ANALÎZ | Şerê Xezeyê ber bi ku de diçe?

ANALÎZ | Şerê Xezeyê ber bi ku de diçe?

PeyamaKurd – Şerê Îsraîl û Tevgera Hemasê ku piştî êrîşa 7ê Cotmeha 2023yan dest pê kiribû 286 roj li pey xwe hişt. Di şerê berdewam de metirsîya belavbûna li Rojhilata Navîn berdewam dike.

Di demên dawî de Îsraîlê tevî dewama şerê li Şerîda Xezeyê berê xwe daye Lubnanê û hedefên Hizbullahê dike armanc.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di êrîşên Îsraîlê yên 286 rojan de hejmara miriyan derketiye 38 hezar û 848an û hejmara birîndaran jî 89 hezar derbas kiriye.

Li aliyê Îsraîlê jî hejmara miriyan her diçe zêdetir dibe û nêzî du hezar leşkerên Îsraîlê di şer de hatine kuştin.

Herêm heta 2025an li benda guhertinên girîng û mezin e

Li ser rewşa Filistînê nivîskarê iraqî Mihemed El Saîdî yê rojhilatnas analîzek bi sernavê "Rojhilateke nû" ji bo rojnameya El Ereb a Londonê nîvisand. 

El Saîdî dibêje: "Ji ber nearamiya li welatên herêmê û bûyerên li Xezeyê rû didin, herêm heta sala 2025an li benda guhertinên girîng û mezin e.”

3 senaryoyên muhtemel çi ne?

Saîdî behsa 3 senaryoyên muhtemel ên bo Rojhilata Navîn parve kir û wiha got:

“1- Senaroyaya yekemîn; asta şerê di navbera her du aliyan de wekî xwe bimîne bêyî ku artêşa Îsraîlê tu pêşketinê pêk bîne.

2- Senaryoya duyemîn; kabûsa şer vekirî bimîne û tundiya li Xezeyê zêdetir bibe.

3- Senaroyaya sêyemîn; rewşa bendewarî û hêviyê ya filistîniyan ku agirbestek demdirêj li Xezeyê û planek ji bo jinûve avakirina madî û siyasî hebe.”

Gefa şerekî wêranker ê Îsraîl û Hizbullahê heye

Li gorî çavdêr û şîrovekaran senaroyaya yekemîn bêhtir tê tercîhkirin û dibêjin; heta niha senaryoya sêyemîn ne mimkun e pêk were, lê dibe ku sala 2026an pêk bê, nemaze ku şerê li Xezeyê hîna bi dawî nebûye û gefên rûdanên şerekî wêranker di navbera Îsraîl û Hizbullahê de li Lubnanê zêdetir dibin.

Dibe ku Amerîka û Îran dosyeya nukleerî ji nû ve vekin

El Saîd bi vê nirxanê dawî li analîza xwe tîne: “Rewşa Rojhilata Navîn ber bi guhertinê ve diçe. Dibe ku ber bi aramî û diyalogê ve li ser dosyayên herî aloz ve biçe, bi taybetî dosyaya nukleerî ku tê hêvîkirin hikumetên nû yên Amerîka û Îranê dîsa vekin.”

Îhtimala Rojhilata Navîn a Nû aramtir bibe heye

Herwiha li gorî senaryoya sêyemîn tê gotin ku dibe tevî van hemû îhtîmalan jî guhertinên li ser erdê bi zelalî nîşan didin ku Rojhilata Navîn a nû, aramtir bibe û ber bi geşepêdanê ve biçe.