ANALÎZ | Di bin siya boykotê de hilbijartinên serokomariya Îranê

ANALÎZ | Di bin siya boykotê de hilbijartinên serokomariya Îranê

PeyamaKurd –Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Huseyîn Emîr Ebdullahyan, Îmamê Mizgefta Tewrîzê Ayetullah Eli Haşîm û Parêzgarê Eyaleta Rojhilat a Azerbaycanê Malik Rehmetî 19ê Gulana 2023yan dema vegera ji sînorê Azerbaycanê di qezaya helîkopterê de mirin.

Piştî mirina Serokomar Reîsî ku li şûna wî bi awayê demkî Muhammed Muhbîr bi wekalet hate tayînkirin, biryara hilbijartinan hat dayîn û proseya namzedbûna serokomariya Îranê dest pê kir.

Biryar e hilbijartinên serokomariyê yên Îranê 28ê Hezîranê bên kirin ku heta niha 5 berbijêrên hilbijartinên serokomariyê diyar bûne.

Gelek sazî û rêxistinên muxalîf hilbijartinan boykot dikin

Hilbijartinên Îranê ji aliyê gelek bizavên muxalîf ên rejîmê ve têne boykotkirin.

Herî dawî jî hejmarek sazî û rêxistinên sivîl, siyasî û xwendekarên zanîngehan bi daxuyaniyeke hevpar banga boykota hilbijartinan kirin.

Aliyên ku boykota hilbijartinan dikin, hilbijartinên rejîma Îranê rewa nabînin û dibêjin, ti wateya hilbijartinan bo berjewendiya gelê Îranê nîne û dê berdewama siyaseta rêjîma dîktatorî ya îslamî be ku bingeha xwe ji tepeserkirina xelkê, dijminatiya jinan, îşkence û îdamê distîne.

Bi taybet jî alîgirên protestoyên bi navê şoreşa Jin Jiyan Azadî beşdarîya hilbijartinên 28ê Hezîranê red dikin ku heta niha bi hezaran kes hatine girtin û hejmarek zêde kes jî bi hinceta protestoyên aştiyane hatine sêdarkirin.

Li gorî rapirsiyan wê beşdarî pir kêm be

Li aliyê din hilbijartinên Serokomariyê yê Îranê dê 28ê Hezîranê bên kirin lê li gorî rapirsiyan rêjeya beşdariya hilbijartinên gelekî kêm e.

Li gorî rapirsiya Navenda Îspayê rêjeya beşdariya hilbijartinan ji sedî 42,5 e.

Ger yek ji namzedan zêdetirî sedî 50yê dengan nestîne dê 5ê Tîrmehê gera duyem a hilbijartinan were kirin.

Gera duyem a hilbijartinan jî dê navbera du namzedên ku herî zêde deng standine de pk were.

Rojev bazar û rewşa aborî ye

Rewşa bazarê û aboriya xirab a Îranê bandorê li ser propagandaya hilbijartinan jî dike. Rewşa li navenda Tehranê jî her diçe xirabtir dibe. Ango hêviya xelkê ji hilbijartinan û sîstema niha ya Îranê nemaye.

Dorpêçên aborî enflasyon gihandiye lutkeyê

Li aliyê din dorpêçên aborî yên welatên rojava û bilindbûna enflasyonê ku bûne sedema daketina nirxê tumenê îranî, wekî sedema herî diyar a xirabûna rewşa aboriya Îranê tê nîşandan.

Sê sal beriya niha her dolarekî Amerîkayê nêzîkî 26 hezar tumenê Îranê bû lê niha yek dolar nêzîkî 58 hezar tumenan dike.

Sozên didin bi cih nayînin

Sindoqa Navdewletî ya Pereyan di rapora xwe de diyar kiriye, li Îranê enflasyon ji sedî 37,5 e û pêşbînî tê kirin ku îsal bigihîje ji sedî 40î.

Herwiha welatiyên Îranê ji ber sozên ku ev 45 sal in tên dayîn nayên bicihkirin, gilî û gazinan dikin û hêviya wan ji rejîmê nemaye.

6 namzedên serokomariyê hene

Namzedên serokomariyê yên hatine diyarkirin; Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Emîr Husên Qazîzade Haşimî, Elî Zakanî û Mistefa Pûrmihemedî ji eniya kevneperest û Meşûd Bijîşkiyan ji eniya reformxwazan e.

Li gorî rapirsiya dawî ya Navenda Îspayê ku navendeke girêdayî hikûmeta Îranê ye, Celîlî ji sedî 26,2yê dengan û Meşûd Pizîşkîyan jî ji sedî 19,8 û Qalîbaf jî ji sedî 19ê dengan bi dest dixe.

Ji ber van hemû sedeman tê pêşbînîkirin ku di hilbijartinên 28ê Hezîranê de rêjeya çûna ser sindoqan bi sînor be û ev jî wek bertek û nerazîbûna gelê Îranê ya li dijî sîstema rêveberiya Komara Îslamî tê şîrovekirin.