Endamê PKKê yê hatiye girtin: Ji bo çalakiyên deverên PDK bi hêz e hatim peywirdarkirin!

Endamê PKKê yê hatiye girtin: Ji bo çalakiyên deverên PDK bi hêz e hatim peywirdarkirin!

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Iraqê û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di civîneke hevpar rojnamevanî de ragihandin ku bi dehan bazar û cihên bazirganî yên li Hewlêr, Kerkûk û Duhokê ji aliyê PKKê ve hatine şewitandin û ew şewat jî bi teknîkeke taybet hatine derxistin.

Berdevkê Wezareta Navxwe û Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê Miqdad Mirî û Berpirsê Dîwana Wezareta Navxwe ya Kurdistanê Dr. Hêmin Miran, eşkere kirin ku, “toreke bi ser PKKê ve li pişt hemû şewatên ku berê li Herêma Kurdistanê derketibûn e.”

Di civînê de hate diyarkirin, “Toreke ser bi PKKê ve li pişt şewitandina bazara Qeyser, bazara Çelê ya Duhokê û şewatên din ên Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha hate eşkerekirin, 2 tawanbarên ji wê toreyê, girêdayî yekîneyên 70 yên Pêşmerge û dije-terorê yên Silêmaniyê ne.

Li gorî daxuyaniyê yek ji armancên wan tometbaran ji şewitandina bazarên Kerkûk, Hewlêr, Duhok û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê, lawazkirina aboriya van parêzgehan e ku heta niha bi şewatan bi dehan milyar dolar ziyanên aborî çêbûne.

Li tawanên xwe mikur hatin

Berdevkê Wezareta Navxwe û Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê dibêje: “Tawanbar li tawanên xwe mikur hatine. Wan plan dikir ku êrîşî çend cihên din li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê jî bikin, lê bi hemahengiya hêzên ewlekariya Iraq û Kurdistanê planên wan hatine pûçkirin.”

Wê grûpê bazara Lengê li Hewlêrê, embarek li Quştapa, bazara Lengê bo cara duyemîn, bazara Qeyserî li Hewlêrê, bazara Çelê li Duhokê û çend dikan û cihên din ji dawiya sala 2023yan û heta nîvê sala 2024an şewitandine.

Miqdad Mîrî da zanîn, di dema girtina wan tohmetbaran de, wan dest danîne ser çend madeyên kîmyayî ku ji bo şewitandina bazar û navendên Herêma Kurdistanê dihatin bikaranîn.

Herwiha eşkere kir ku armanceke din a tora PKKê, Yekîneya 70 û Dijeterora Silêmaniyê, teqandina boriya petrolê ya Ceyhanê bû ku Kerkûkê bi Tirkiyeyê ve girê dide.

Tawanbar ji aliyê PKKê ve hatine rahênankirin

Hate eşkere kirin ku du ji tohmetbarên girtî yên bi navên Fexredîn Ehmed (karmendê Yekîneya 70) û Mihemed Necat Hesen (efserê dijeterorê li Silêmaniyê (CTG) ye û ew li Kifrî ji aliyê PKKê ve hatine perwerdekirin.

Hêmin Mîranî da zanîn ku proseya lêkolînê li ser van bûyeran û girtina tohmetbaran bi hevbeşî di navbera her du hikûmetên Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi serperiştiya wezîrên navxwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê kir û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rasterast çavdêriya pêngavên lêkolînan dikirin.

***

“Mebest zirardana îtibar û îstiqrara Herêma Kurdistanê ye”

Wisa dixuyê;

Armanca van hewldanên qirêj ên PKKê, xirabkirina aramî û îstiqrara li Kerkûk, Duhok û Hewlêrê ye.

Kesên hatine desteserkirin, hewl dane bi fermana PKKê bi van çalakiyan gefê li ser ewlehî û aboriya Herêma Kurdistanê çêbikin û herwiha hewl dane van çalakiyan li Bexdayê jî bikin.

***

Ew kes li xwe mikur hatine ku wan bazarên Hewlêr û Duhokê şewitandine ku mebesta wan çalakiyan, bi alozkirina rewşê re hikûmeta Kurdistanê bixin zorê û bi wan kiryarên xwe yên provokatîf destkeftên hikûmeta Hewlêrê sabote bikin.

Dibe ku bi şewitandina bazara Kerkûkê jî kesên bi ser YNKê yên têkildarî PKKê, xwestibin Hikûmeta Kurdistanê lawaz bikin û zorê bidin ser ku rêveberiya Hewlêrê xwe radestî Bexdayê bike.

“Yek ji kesên hatiye girtin ji lîsteya YNKê bûye namzedê parlamentoyê!”

Ya herî balkêş jî ew e ku yek ji kesên bazarên Duhok û Hewlêrê şewitandiye ji lîsteya YNKê bûye namzedê parlamenteriyê.

Huner Fexredîn Ehmed beriya niha bûye namzedê hilbijartinên parlamentoyê yê YNKê ku bi xwe îtiraf kiriye; ji aliyê PKKê ve li Silêmanî, Kifrî û Sengeserê perwerdeya sabotaj û bombeyan û hwd. wergirtiye. Herwiha li xwe mikur hatiye ku ew li deverên PDK bi hêz e hate wezîfedarkirin.

***

Yek ji karîgeriya rêxistina PKKê xebata bi ‘pêwendiyan’ e ku ew jî beriya çalakiyê û piştî wê neçar in tim bi aliyên pêwîst re di nav pêwendiyê re dimînin.

PKKê nefreta xwe ya dijî PDKê ku tim vedirêşe, herî dawî bi şewitandina bazaran derxist holê ku xwest bi vî awayî hem PDKê tawanbar bike hem jî berpirsiya sabotajên aborî bixe stûyê wê.

“Gelo wê PKK vê carê daxuyaniyeke çawa bide?”

Belê asayîşê sûcên wan şîrheraman bi wan da îtirafkirin. Ev ji bo PKKê jî geşedaneke nû ye. Çimkî PKK wek prensîb ti carî tawanên xwe qebûl nake.

Iraq û Herêma Kurdistanê qet naxwazin hêzên PKKê li herêmê bimînin.

Lewra PKK çiqas bimîne, bi çalakî û kiryarên xwe hem welatên herêmê dikşîne nav axa Kurdistanê hem jî di gelek waran de zirarê dide hikûmetên Bexda û Herêma Kurdistanê.

**

Niha tawanbar li tawanên  xwe mikur hatine;:

Lê ya herî tê meraqkirin ew e ku,

Gelo wê daxuyaniyeke çawa ji aliyê PKKê were...