Gelo wê Amerîka ji Iraqê vekişe?

Gelo wê Amerîka ji Iraqê vekişe?

PeyamaKurd – Piştî ku hikûmeta Iraqê biryar da dawî li misyona Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê were û ew hêz ji nav Iraqê bên kişandin, ji meha Tebaxê ya 2023yan ve bi rayedarên bilind ên Amerîkî û hikûmeta Iraqê re civînan dest pê kiribû.

Her çiqas aliyên Iraqê civînên komîteyên bilind ên Amerîka-Iraqê yên leşkerî wekî danîna plana vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê dixwînin jî heta niha berpirsên Amerîkî derbarê vekişînê de ti daxuyaniyek nedane.

Di hevdîtinan de qala vekişînê nehatiye kirin

Herwiha di budçeya 2024an de jî ji bo rahênan û hevkariya leşkerî bi hêzên Iraqê û Pêşmerge re cî hatiye dayîn û budçe hatiye terxankirin.

Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) û rêveberiya Washingtonê diyar dikin ku di hevdîtinên heta niha ligel aliyê Iraqê hatine kirin de, behsa vekişînê nehatiye kirin.

Pisporên Iraqê û Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopînin jî vê yekê piştrast dikin û dibêjin, Amerîkayê bi ti awayî pirsa vekişîna hêzên xwe ji Iraqê gotûbêj nekiriye û plan dike ku hêzên xwe mîna Japonê, li Iraqê jî bihêle.

Aliyên Iraqê di mijara hebûna Amerîka de nakok in

Her çiqas mijara vekişîna hêzên Amerîkayê di qada siyasî ya Iraqê de cihê nakokiyê ye jî di civînên heta niha ligel Pentagonê hatine kirin de, ti biryareke bi dilê Iraqîyan derneketiye.

Rayedarên Amerîkî destnîşan dikin ku ew mijûlî nirxandina metirsiya DAIŞê ne, da ku careke din metirsiya DAIŞê dernekeve holê.

Ji aliyê sê komîteyên nirxandina rewşa ewlehiyê, sînor û şiyanên hêzên ewlehiyê yên Iraqê de hîn ti encamek derneketiye.

Komên milîs gefên bo hêzên Amerîkî zêde kirin

Li aliyê din jî milîsên bi ser Îranê ve cardin dest bi gefxwarina hêzên Amerîkî yên li Iraqê kirine.

Komên milîs ên di bin banê Berxwedana Îslamî de, beriya niha bi hinceta şerê Îsraîlê yê Xezeyê û bi hinceta Amerîka piştevaniya Îsraîlê dike, êrîşî baregehên amerîkî yên Iraq û Sûriyê dikirin.

Amerîka li şûna vekişînê soza piştevaniya zêdetir a leşkerî dide Iraqê

Niha jî ew kom dubare gefê dixwin û dibêjin, wan çar meh mohlet dabû hêzên Amerîkî ji Iraqê vekişin û heger di enmcama danûstandinên ligel hikûmeta Iraqê de venekişin jî ew dê cardin dest bi êrîşan bikin.

Tevî nerazîbûna aliyên iraqî jî şanda Berevaniya Amerîkayê ya serdana Iraqê kiriye ragihandiye ku ew dê zêdetir piştevanî û alîkariyê bidin Iraqê di warê çekdarkirin, ewlehî û bihêzkirina hêzên şerker ên Iraqê de û herwiha piştevaniya ewlehî, serwerî û geşepêdana aborî ya Iraqê bikin.

Ji Amerîka bo Iraqê plana Japonyayê

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Seîd Bedrî jî di nirxandina xwe de daye zanîn, Amerîka plan dike ku senaryoya leşkerên xwe yên li Japonyayê dubare bike û leşkerên xwe li Iraqê bihêle.