LÊKOLÎN | ‘Kurd bi giştî ji siyasetê bê hêvî ne!’

LÊKOLÎN | ‘Kurd bi giştî ji siyasetê bê hêvî ne!’

PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê bi sernavê ‘Pirsa Kurd, Siyaseta Kurd û Demirtaş’ ji aliyê saziya Rawestê ve lêkolînek li bajarên Bakurê Kurdistanê hate kirin.

Di encama lêkolînekê de ku piştî hilbijartinan di meha Gulana 2024an de, bi hevdîtinên rûbirû bi Hezar û 406 kesan re li bajarên Bakurê Kurdistanê hatiye pêkanîn, encamên balkêş derketin holê.

Gelo li Tirkiyê Pirsa Kurd heye?

Di rapirsiya Rawestê ya meha Gulanê de, pirsa; “Li Tirkiyê pirseke bi navê Kurd heye?” hatiye pirsîn û zêdetirî nîvê beşdaran gotiye, ‘Pirsa Kurd heye’ û ji sê yekê wan jî wek pirseke bingehîn pênase kiriye. Di lêkolînê de ji sedî 15ê beşdaran jî gotiye, pirseke wiha tune ye.

Beşdarên lêkolînê wekî sedema pirsa Kurd dewlet nîşan dane û daxwazên bo çareseriyê yên di nav Kurdan de derketine pêş jî wekî wekhevî, edalet, azadî, ziman, geşepêdan derketine pêş.

Çend encamên girîngên ji lêkolînê derketine wiha ne:

-Di serî de tê gotin, “Kurd wekî berê bi siyasetê re ne eleqedar in. Bi giştî di nav Kurdan de bêhêvîbûnek ji siyasetê heye”.

-Beşdarên lêkolînê li ser pirsa, “Gelo pêdiviya Tirkiyê bi partiyeke nû heye?” ji sedî 58 gotine ‘Tune’ ye û ji sedî 24an jî bersive heye dane.

Beşdaran partiyên li gorî dilê xwe jî wiha pênase kirine: Ji sedî 35 sosyal demokrat, ji sedî 34 nêzî Kurdan û ji sedî 26ê wan jî partiyên Îslamî.

Rêjeya kesên ji DEM Partiyê nerazî ne çiqas e?

Di lêkolînê de derketiye holê ku rêjeya nerazîbûna ji siyaseta DEM Partiyê nêzî sedî 10 e û hemû partiyên din jî di skalaya rapirsiyê de, ji sedî 5 û bin 5an derketine.

AK Partî di nav Kurdan de ji CHPê jî dûrtir ketiye

Balkêş e ku cara ewil e di rapirsiyekê de derketiye holê ku li herêma Kurdan AK Partî ketiye paş CHPê ku Kurd êdî piranî xwe dûrî wê hîs dikin.

Herwiha li gorî lêkolîna Rawestê Kurd ji encamên hilbijartinên şaredariyan bi guman in. Her çiqas bi encaman kêfxweş in jî bi qasî serketina opozîsyonê li bajarên Tirkiyê ne bi kêf in.

Bi çavê Kurdan li Tirkiyê kîjan lîder bi îtibar e?

Li ser pirsa "Bi çvê Kurdan li Tirkiyê kîjan lîder bi îtibartir e?” di skalaya pirsê ya navbera 1 û 10 pûanan de ev encam derketine:

Selahattin Demirtaş 7.1, Ekrem İmamoglu 5.5, Leyla Zana 5.1, Pervin Buldan 4.8, Mansur Yavaş 4.2, Ozgur Ozel 4.1, Kemal Kilicdaroglu 3.8, Recep Tayyip Erdoğan 3.4, Hakan Fidan 2.7, Devlet Bahçeli, 2.0 ve Umit Özdağ 1.9

Demirtaş wek nûnerê çareseriya pirsa Kurd hatiye nîşandan

Li ser pirsa bi çavê Kurdan kîjan lîder îtibara wî zêdetir e? rêjeya Demirtaş bilind derketiye ku li seranserê Tirkiyê ew tenê bi ser 6 pûanan derketiye.

Herwiha di rapirsiyê de li gorî encaman Demirtaş wekî nûnerê çareseriya Pirsa Kurd hatiye nîşandan.

‘Demirtaş di çaresekirina pirsa Kurd de erka xwe bi cih neaniye’

Di encama lêkolînê de hatiye gotin ku Kurd difkirin ku Demirtaş ti sûcek nekiriye û bi awayekî dadwerane nehatiye dadgehkirin. Herwiha di nav alîgirên AK Partîyê de jî qenaeta ku Demirtaş tawanbar e kêm e, lê wî wekî kesekî şaşî kiriye dibînin.

Li gorî encamên lêkolînê rexne li Demirtaş tê kirin ku popularîteya xwe ya dema pêvajoya çareseriyê ji bo berfirehkirina çareserkirina pirsa Kurd bikar neaniye.