WT: Piştevaniya Amerîka ya bo HSDê Tirkiyê hêrs dike!

WT: Piştevaniya Amerîka ya bo HSDê Tirkiyê hêrs dike!

PeyamaKurd – Rojnameya Washington Times (WT) li ser gefên demên dawî yên Tirkiyê ku bi hinceta hilbijartinên herêmî li Rojavayê Kurdistanê dixwe nûçe-analîzek belav kir.

Di nûçeya ku bi sernavê, “Tirkiye bi sedema lidarxistina hilbijartinan a Kurdan gefa destwerdaneke leşkerî li Sûriyê dixwe” hatiye weşandin de, balê dikşîne ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên 30yê Gulanê li Tetbîqata Leşkerî ya Îzmîrê dabûn.

Washington Timesê gotinên Erdogan ên li ser planên hilbijartinên 11ê Hezîranê yên herêmî ku gefa operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê dixwe bibîr xist.

‘Tirkiye hilbijartinan wek hemleya avakirina dewleta Kurdî dibîne’

Hate diyarkirin ku hilbijartinên bo hilbijartina serokê şaredariyan li bajarên Heseke, Reqa û beşeke Dêrazor û Helebê têne lidarxistin û Tirkiye vê wekî danîna bingeha dewleteke Kurdî li herêmê dinirxîne.

Washington Times, operasyonên berê yên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê jî bibîr dixe û balê dikşîne ser ku Tirkiye hemleya hilbijartinan weke hemleyeke pêkanîna dewleta serbixwe ya Kurdî dibîne.

Herwiha Tirkiye hilbijartinên têne plankirin wekî gefeke dijî yekparçebûna erda Tirkiyeyê şîrove dike.

Erdogan: Em rê nadin terorîstan bê avakirin

Erdogan, di gotara xwe ya Îzmîrê de wiha dibêje: Em çalakiyên hedefgirtina yek parçeyiya welatê me û Sûriyê yên bi hinceta dengdana gel ji nêzîk ve dişopînin. Me berê jî polîtîkaya xwe ya derbarê vê mijarê de bi awayekî zelal eşkere kir. Tirkiye li kêleka sînorên xwe yên başûr, li bakurê Sûriye û Iraqê bi ti awayî rê nade ku rêxistina dabeşker teroristanekê ava bikin. Me berê jî li hemberî bûyerên ‘çêbû qediya’ tiştê pêwîst kir. Eger em rûbirûyî heman rewşê bibin em ê dîsa jî tiştê pêwîst bikin.”

Piştevaniya Amerîka ya bo HSDê Tirkiyê hêrs dike

Tirkiye hêzîn Kurd ên bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têne zanîn, wekî komeke terorîst a girêdayî PKKê dibîne.

Lê belê YPG hêza sereke ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye ku Amerîka ji ber têkoşîna dijî DAIŞê, wan wek hevpeymaneke xwe ya girîng dibîne.

Piştevaniya ku Amerîka dide HSDê Enqereyê hêrs dike û hê jî dibe sedema nakokiyan di navbera têkiliyên Amerîka û Tirkiyê de.

Tirkiye ji 2026an ve ji bo hêzên Kurd dûrî sînorên xwe bike operasyonên leşkerî dike û li bakur herêmek jî xistiye kontrola xwe.

Erdogan niha peyamên ku wan berê çawa helwest nîşan dabe niha jî bikevin tevgerê û destwerdana leşkerî bikin dide.