Wezîrê Perwerdeyê ji bo zimanê Kurdî DEM Partî rexne kir: Heke hûn dixwazin dersên Kurdî hilbijêrin

Dîroka Weşanê :
Wezîrê Perwerdeyê ji bo zimanê Kurdî DEM Partî rexne kir: Heke hûn dixwazin dersên Kurdî hilbijêrin

PeyamaKurd- Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn, li parlamentoyê bang li parlamenterên DEM Partiyê kir û got, "Eger hûn dixwazin em mamosteyên Zazakî û Kurmancî tayîn bikin, divê hûn ji bo ku zarok van dersan hilbijêrin bixebitin."

Di dema dengdana li ser budçeyê de parlamenterên DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî betalkirina konsera Koma Amedê ya li Stenbolê dan û hikûmet bi dijminatiya Kurdî tohmetbar kirin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn jî bersiva nerazîbûnan da û got, haya wî ji betalkirina konserê nîne lê got, desthilata AK Partiyê rê li ber fêrbûna zaravayên Kurmancî û Zazakî vekiriye û mamosteyên Kurdî tayîn kirine.

Yusuf Tekîn herwiha bang li parlamenterên DEM Partiyê kir û wiha got: "Eger hûn dixwazin em mamosteyên zêdetir tayîn bikin, divê hûn ji bo ku zarok dersên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin li herêmê bixebitin."

Tekîn herwiha bibîr xist ku li gorî daxwaza dersên bijarde niha hejmara mamosteyên Kurmancî û Zazakî bes e û diyar kir ku dema daxwaz zêde bibe ew dikarin mamosteyên zêdetir tayîn bikin.