400 kesên din ji Kampa Holê ya Hesekê bo Helebê hatin veguhestin

Dîroka Weşanê :
400 kesên din ji Kampa Holê ya Hesekê bo Helebê hatin veguhestin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku karwaneke din ji malbatên li kampa Holê ya gundewarê Hesekê kudi nav de malbatên DAIŞê jî hene gihîşt gundewarê Helebê. 

Li gorî çavkaniyên herêmê, hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi rêya kamyon û erebeyên barhilgir 400 kes ji jin û zarokan veguhastin herêma Axterîn a gundewarê Helebê.

Hêjayê gotinê ye, doh jî karwaneke ji 6 kamyonan ku nêzî 300 kes tê de bûn gihîşt deverên gundewarê Helebê yên li nêzî Axterînê.

Hate diyarkirin, di veguhastina van malbatan ber bi gundewarê Helebê ve nezelalî heye û tevî veguhastina van malbatan ber bi gundewarên Helebê jî, pêvajoya veguhestinê û tedbîrên ku ji bo nerevandina malbatên DAIŞê hatine girtin, di nav nezelaliyê de ye. Pirsa ‘gelo veguhestina ji cihekî bo cihekî din an jî hewldaneke ji bo hêsankirina revîna van malbatan e?’ tê kirin.