Netanyahû 'mihwera nû' eşkere kir: Hevpeymaniya ji Deryaya Spî heta Hindistanê

Dîroka Weşanê :
Netanyahû 'mihwera nû' eşkere kir: Hevpeymaniya ji Deryaya Spî heta Hindistanê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû, vîzyoneke nû ya geometrîk û siyasî ragihand ku armanc jê avakirina hevpeymaniyeke navneteweyî ya berfireh e.

Netanyahû diyar kir ku ev "mihwera nû" dê welatên Deryaya Spî (mîna Yewnanistan û Qibrisê), welatên Ereb ên nermrew, welatên Afrîkayê û di serî de Hindistanê bigire nav xwe. Ev pêngav wekî hewildanekê ji bo girêdana aborî û ewlehiyê ya di navbera Ewropa, Rojhilata Navîn û Asyayê de tê nirxandin.

Netanyahû bi awayekî zelal armanca vê hevpeymaniyê wekî "parastina li dijî gefên hevpar" pênase kir. Wî destnîşan kir ku ev mîhwer dê li dijî du eniyan were avakirin: "Mihwera Şîe ya radîkal" (bi serokatiya Îranê) ku Îsraîl niha bi tundî pê re di şer de ye, û "Mihwera Sunnî ya radîkal". Bi vê vîzyonê, Îsraîl dixwaze li herêmê bibe navendek ku welatên xwedî berjewendiyên hevşêwe li dora xwe kom bike.

Di çarçoveya vê planê de, Netanyahû ragihand ku ew ê roja Çarşemê bi Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi re bicive. Netanyahû ev peywendî wekî "dîrokî" bi nav kir û got ku serdana Modi dê kûrbûneke nû di têkiliyên Orşelîm û New Delhiyê de çêke. Hevkariya bi Hindistanê re ne tenê di warê ewlehiyê de, lê di warê teknolojî û bazirganiya gerdûnî de jî wekî stûna sereke ya vê mihwera nû tê dîtin.