PeyamaKurd – Rojnameya Fransî ya binavbang Le Figaro, îro Duşemê di raporeke taybet de aşkera kir ku di meha borî de (Çileya 2026an) hewleke darbeyê ya mezin li dijî desthilata niha ya Îranê hatiye dayîn, lê ev hewildan bi ser neketiye.
Li gorî nûçeyê, plana darbeyê di rojên 7 û 8ê Çileyê de hatibû amadekirin, ango bi tenê rojek beriya kuştina bi dehan xwepêşanderan ku wê demê li kolanên Îranê nerazîbûn nîşan didan.
Rojnameyê ragihand ku serperisiyarê sereke yê vê planê Serokkomarê berê yê Îranê Hesen Rûhanî bûye. Hat diyarkirin ku Wezîrê Derve yê berê Mihemed Cevad Zerîf, hinek kesayetên olî yên navdar ên bajarê Qumê û çend efserên nêzîkî Supaya Pasdaran di nava vê hewildanê de cih girtine. Armanca wan ew bûye ku di nava wê aloziya siyasî û civakî de desthilatê biguherînin.
Li gorî hûrguliyên di Le Figaroyê de hatine weşandin, sedema sereke ya neserketina darbeyê ew bûye ku koma Rûhanî nekariye baweriya Elî Larîcanî bi dest bixe.
Larîcaniyê ku di meha Tebaxa borî de wekî Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê hatibû diyarkirin, daxwaza wan a ji bo tevlibûna planê red kiriye. Herwiha hat destnîşankirin ku Serokkomarê niha Mesûd Pizîşkiyan ji ber tirsa eşkerabûnê, bi tu awayî ji vê planê nehatiye agahdarkirin.
Piştî ku plana darbeyê ji aliyê saziyên îstîxbaratî ve hat eşkerakirin, hat ragihandin ku Hesen Rûhanî û Mihemed Cevad Zerîf tevî çend kesayetên din ên reformxwaz ji bo çend rojan hatine binçavkirin. Niha jî tê gotin ku ev kesayet di bin çavdêriyeke tund a ewlehiyê de ne. Ev agahî di demekê de belav dibin ku li Îranê rageşiya navbera baskên reformxwaz û tundrew gihîştiye asteke nû û xeternak.