Fûad Husên û Tom Barrack civiyan

Dîroka Weşanê :
Fûad Husên û Tom Barrack civiyan

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên, îro li Bexdayê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ji bo Sûriyeyê, Tom Barrack û şandeya pê re kir.

Di vê hevdîtinê de, peywendiyên dualî û hevahengiya di şerê li dijî terorê de hatin nirxandin. Barrack bi taybetî spasiya hikûmeta Iraqê kir ji bo gava wê ya wêrek a veguhastina girtiyên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bo girtîgehên Iraqê, ku wekî gaveke xurt ji bo parastina serweriya Iraqê hat nirxandin.

Yek ji mijarên sereke yên li ser maseyê, peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de bû. Her du aliyan piştgiriya xwe ya xurt ji bo vê lihevkirinê dubare kirin û tekez kirin ku cîbicîkirina vê peymanê ji bo ewlehî û aramiya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û herêmê xwedî bandoreke rasterast e.

Fuad Husên herwiha diyar kir ku ew bi dewletên mîna Tirkiyeyê re di têkiliyê de ne da ku welatiyên wan ên tev li bûyerên terorîstî bûne vegerînin welatên wan.

Di civînê de rageşiya navbera Îran û Amerîkayê bi berfirehî hat gotûbêjkirin. Wezîr Husên hişyarî da ku her şerekî muhtemel dê karesatan bi ser herêmê de bîne û piştrast kir ku Iraq piştgiriyê dide rêyên aştiyane.

Di vê çarçoveyê de, hat ragihandin ku Iraq piştgireke xurt e ji bo gera nû ya danûstandinên rasterast ên navbera rêveberiya Trump û nûnerên Îranê ku bi navbeynkariya Omanê, roja Pêncşemê li bajarê Cenevreyê bi rê ve diçe.

Aliyan herwiha li ser astengiyên li pêşiya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û destnîşankirina serokkomar û serokwezîr nîqaş kirin. Her çend Fuad Husên tekez kir ku avakirina hikûmetê meseleyeke navxweyî ye, lê wî qebûl kir ku divê hikûmeta nû bi awayekî erênî bi polîtîkayên navneteweyî re têkiliyê deyne û nêrînên hevkarên wekî Amerîkayê li ber çavan bigire. Nûnerê Amerîkî jî perspektîfa Washingtonê ya li ser aramiya siyasî ya Iraqê pêşkêş kir.