Almanya bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir da yekser terka Îranê bikin

Dîroka Weşanê :
Almanya bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir da yekser terka Îranê bikin

PeyamaKurd – Almanya bi sedema zêdebûna gengeşeya di navbera DYA û Îranê, bi sedema di derbarê welatiyên Almanya yên li Îranê de bi endîşeye, yekser daxwaz ji wan kir ku terka Îranê bikin. Balyozxana Almanya ya Tehranê ragihand ku eger dijberî zêdetir bibe, dê nikaribin destekê bidin welatiyan.

Balyozxana Almanya ya Tehranê di ser hesabê xwe yê medya civakî de, bi serikê ‘banga terka welatiyên Almanya ji Îranê ya bilez’ belav kir û ragihand ku li Îranê û herêmê her diçe dijberî zêdetir dibe.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku îhtîmal heye rewş xerabtir bibe û dibe pevçûnên leşkerî çêbibin.

Balyozxanê got ku eger rewş xerab bibe, wezareta karên derve û balyozxane hema hema dê nikaribe destekê bide hemwelatiyên ku ji Îranê derên û bo çûna wan divê herkes derfetên xwe bikarbîne.