Tirkiye, di derbarê 6 platformên medyayê de lêpirsînê da destpêkirin

Dîroka Weşanê :
Tirkiye, di derbarê 6 platformên medyayê de lêpirsînê da destpêkirin

PeyamaKurd – Dezga Parastina Doneyên Kesayetî (KVKK), li ser parastina doneyên zarokan yên taybetî di derbarê TikTok, Instagram, Facebook, YouTube, X û Discord de biş fermî lêpirsînê da destpêkirin.

KVKK, balê kişand ser di rewşên dîjîtal de ku zarok dikarin bi talûkeyan re rû bi rû bimînin û di platmorman de doneyên zarokan çawa tê nexşandin û kîjan tedbîrên ewlehiyê distînin, dê li ser wan lêpirsînan û lêkolînan bikin.

Dezgê ragihand ku wê li ser esasê bingeha bo zarokan yên herî di berjewendiyên wan de bin, li gor wî dê lêpirsînê bidin destpêkirin.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku li ser esasê li jorê ya di berjewendiya zarokan de biryarê dane ku di derbarê platformên medyayê yên civakî de, gelo kîjan  tedbîran sitendine, di derbarê TikTok, Instagram, Facebook, YouTube, X û Discord de dest bi lêkolînan kirine.

Berê, ji aliyê dadgeriya sulh ceza ya 1em ya Ankara de, di 9ê Cotmeha 2024an de, biryara qedexeya xwegihandina bo Discordê hatibû dayîn.