PeyamaKurd – Dadgeha Bilind ya Amerîkayê biryarê da ku danîna bacên gumrikê ya ji aliyê Trump de rewa nîne û li dijî qanûnên federale.
Li ser biryarê Trump got ku ew ji hinek endamên dadgeha bilind şerm dike û nerazîbûna xwe diyar kir. Trump got ku wê li rêyên dinê bigere da karibe bacên gumrikê li gor rewşa dewletên dinyayê û tewrê wan deyne an bacan wekî çekekî bikarbîne.
Dadgehê di biryara xwe de got ku Qanûna Erka Darayî ya Lezgîn ya Navdewletî wezîfe nedaye serokê DYAyê da tarîfên bacê bo welatan deyne.
Piştî biryarê, di endeksa dolar de kêmbûnekî çêbû û dibe ku hukumeta Trump bi î’ada 175 milyar dolarî re rû bi rû bimîne. Li ser biryara dadgehê Trump got:
“Welatên biyanî gelek kêfxweşin lê dê nikaribin bo wextekî dirêj kêfê bikin. Bo em bacê deynin ser wan, em ê rêyên alternatîf bikaranîn. Em dikarin zêdetir pere qezenc bikin.”
Trump, li ser biryara dadgehê weha dewam kir:
“Erka min heye ez bi dewletekî rê temamê têkiliyan bibirim. Mafê min heye ez ambargo deynim ser wan. Tişta dilê min bixwaze dikarim bikim lê nikarim pere bixwazim. Ev gelek şaş e.”
Biyara dadgehê, beranberê 6 dengan bi 3 dengên red hatiye dayîn. Di biryarê de hat gotin ku danîna bacan di bin erka Kongra Amerîka de ye.