Li bajarê Dîlokê 2 kes li hev xistin: Kesekî hat kuştin û yek jî birîndar bû

Dîroka Weşanê :
Li bajarê Dîlokê 2 kes li hev xistin: Kesekî hat kuştin û yek jî birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê (Gaziantep) di navbera du terefan de; di navbera A.H.Ç. - E.C. û B.Ş. û biraziyê wî O.Ş. de pirsgirêka deyna hebû û di Sanayiya Organîze ya 3em de leqayê hev tên.

Her dû teref munaqeşe dikin û paşî bi çek li hev dixin. Di şer de E.C.birîndar dibe û A.H.Ç. li ciyê bûyerê can dide.

Birîndar E.C. bi ambûlansê dibin nexweşxana dewletê ya Şehitkamil. Di lêpirsînê de B.Ş.hat girtin û hat ragihandin ku ji 2 sûcan sabiqa wî heye. O.Ş. jî 3 sabiqayên wî hene û niha hêzên asayîşê lê digerin.