Îsraîl li Lubnanê xist: 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

Dîroka Weşanê :
Îsraîl li Lubnanê xist: 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li Başûrê Lubnanê li nêzî bajarê Saydayê, êrîşa hewayî bir ser kampa koçberan ya Ayn el-Hilve ya Fîlîstîniyan. Di encamê de 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşê li devera Ayn el-Hilve endamên Hamasê xebatê dikin û li baregeha Hamasê xistine.

Heyva Sor ya Fîlîstînê ku di kampê de dixebite, ragihand ku di encama êrîşê de 2 kesên wan şehîd bûne û 3 kes birîndar bûne. Li ser nasnama wan ti agahî nehat dayîn.

Heya niha Hamasê li ser rûdanê ti agahî nedaye.