Amerîka hêzên xwe yên "nedîtbar" li Rojhilata Navîn bi cih dike: Biryar di destê Trump de ye

Dîroka Weşanê :
Amerîka hêzên xwe yên "nedîtbar" li Rojhilata Navîn bi cih dike: Biryar di destê Trump de ye

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di çarçoveya zêdekirina zextên li ser Îranê de, keştiyên binavî û balafirên şer ên stratejîk şandin Rojhilata Navîn.

Karbidestên Amerîkî ragihandin ku tevî gihîştina "armadaya mezin" bo herêmê, Serok Donald Trump hîn jî dîplomasî û zextên aborî wekî vebijarkên sereke dibîne.

Li gorî hûrgiliyên leşkerî, keştiyên binavî (submarines) yên Amerîkayê ku xwedî şiyanên êrîşa dûr-menzîl in, li herêmê hatine bicihkirin da ku bêyî ku nêzîkî peravên Îranê bibin, hedefan bikin armanc.

Her wiha hat diyarkirin ku Washington dorpêçkirina deryayî ya li dijî hinardekirina petrola Îranê wekî alternatîfa şer dinirxîne.

Tevî ku hejmara leşkerên Amerîkî li herêmê gihîştiye 30,000 kesî, rayedar hişyar dikin ku Îran ne "armanceke hêsan" e û xwedî şiyanên mûşekî û droneyan e ku dikarin berjewendiyên Amerîkayê bixin xeterê.