DEM Partî: Em piştgiriyê didin biryarên hatine dayîn

Dîroka Weşanê :
DEM Partî: Em piştgiriyê didin biryarên hatine dayîn

PeyamaKurd- Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li ser lihevkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêvebiriya Şamê ragihandin ku ew ji lihevkirina HSD û Şamê kêfxweş in û piştgiriyê didinê.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û gotin: “Em dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku ji ber lihevkirina HSD û rêvebiriya Şamê ya li Sûriyê kêfxweş in. Herwiha em berxwedana hemû kesên ji roja ewil ve li her çar aliyên cîhanê daketin qadan silav dikin.”

Hevserokên DEM Partiyê dane zanîn, "Îradeya Rojava ji bo me esas e. Ya dikeve ser milê me ew e ku piştgiriyê bidin biryarên hatine dayîn."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Em meyla wan a ji bo danûstandinan û sekna wan a li ser maseyê pîroz dikin. Me her tim got ku pirsgirêk dikare bi rêya danûstandin û gotûbêj were çareserkirin. Em îro jî heman tiştî diparêzin."