PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya peyamên li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî "X"ê pêşwazî li lihevkirina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kir.
Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku ev rêkeftin were berfirehkirin ji bo aştî, azadî, aramî û pêşketin li seranserê Sûriyeyê pêk were.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku divê ev lihevkirin mafên rewa yên hemû pêkhateyan misoger bike û rê li ber vegera bi rûmet a penaberan veke.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser yekrêziya Kurdan li seranserê cîhanê û rola Serok Mesûd Barzanî ya di bidawîkirina aloziyan û vekirina deriyê diyalogê de bilind nirxand û got:
Rola Serok Barzanî me serbilind dike."
Mesrûr Barzanî her wiha Barzanî spasiya Serokê Amerîkayê (POTUS), hikûmet û Kongreya Amerîkayê û hemû hevalbendan kir ji bo piştgiriya wan a ji bo mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û dabînkirina aramiyê.