Macron pîrozbahî li Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera kir

Dîroka Weşanê :
Macron pîrozbahî li Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera kir

PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, lihevkirina di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de wekî gaveke dîrokî pênase kir û ragihand ku ew ê piştgiriyê bidin pêvajoya nû ya li Sûriyê.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, Ew Sûriyeyeke serwer, yekbûyî û biîstîkrar ja tê de aştî serdest be û rêz li hemû pêkhateyên bê girtin dixwazin.

Macron diyar kir ku ew herwiha dixwazin Sûriyeyeke ku bi temamî di nav têkoşîna li dijî terorê de cih bigire û destnîşan kir ku Fransa di van mijaran de bi her awayî piştgiriyê dide Sûriyê.

Macron di berdewamiya peyama xwe de bi awayekî fermî pîrozbahî li her du aliyan kir û got: "Ez Serokê Hikûmeta Veguhêz Ehmed El-Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî pîroz dikim ku îro serê sibê li ser peymaneke giştî li hev kirin. Ev peyman rê li ber agirbesteke mayînde vedike û yekbûna aştiyane ya Hêzên Sûriya Demokratîk garantî dike."

Serokomarê Fransayê di dawiyê de anî ziman ku ew ê bi hevkariya şirîkên xwe yên navneteweyî, piştgiriya gelê Sûriyê bikin da ku welat di warê dadwerî, aramî û jinûve avakirinê de pêş bikeve.