Berdevka Koşka Spî: Trump hêj biryara êrîşa Îranê nedaye

Dîroka Weşanê :
Berdevka Koşka Spî: Trump hêj biryara êrîşa Îranê nedaye

PeyamaKurd- Berdevka Koçka Spî ragihand ku, her çiqas bijardeya yekê ya rêvebiriya Trump li hember Tehranê dîplomasî be jî, lê ji bo rêgirtina li ber danîna bernameya wê ya atomî û parastina hevalbendên xwe, bijardeya leşkerî hîn jî li ser maseyê ye. Lê belê hate diyarkirin ku hemû gotegotên ku behsa biryara êrîşa li ser Îranê jî dikin nerast in.

Berdevka Koşka Spî Caroline Levitt, di civîna rojnamevanî de got: “Operasyona Çakûçê Nîvşevê di wêrankirina bingehên atomî yên Tehranê de pir serketî bû, heta Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî jî ev yek piştrast kiriye.”

Caroline Levitt diyar kir, ”Wêrankirina wan bingehan nayê wê manayê ku Îran dubare bizavê ji bo avakriina bingehên xwe yên atomî nake, ji ber vê yekê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze piştrast bibe ku bernameya atomî ya Tehranê ji bo dost û hevalbendên wê li deverê nabe gef.”

Levitt herwiha da zanîn, bijardeya yekem a Trump li ser pirsa Îranê çareseriyeke dîplomatîk e, lê heke pêdivî jî bike ew dê bijardeya leşkerî bi kar bîne.

Caroline Levitt îdiayên ku behsa biryardana Trump ji bo êrîşkirina li ser Îranê dikin red kir û got: “Hemû nûçeyên ku behsa biryar û dema êrîşa li ser Îranê dikin ne rast in, ji ber ku ji bilî Serokê Amerîkayê bi xwe ti kesek pê nizane.”