Li Pakistanê êrîşê ser ciyê kontrolê kirin: 2 polîs mirin û 4 kes birîndar bûn

Dîroka Weşanê :
Li Pakistanê êrîşê ser ciyê kontrolê kirin: 2 polîs mirin û 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Pencabê li herêma Bakkarê êrîşekî xwekujî birin ser noqteya asayîşê û di encamê de 2 polîs hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn. Rêvebirê hêzên asayîşa herêma Bakkarê Şahzad Refîq bo çapemeniyê ragihandiye:

“Di dîmenan de xwuya dike ku êrîşkerê xwekuj, xwe nêzî noqta asayîşê dike û di wexta kontrola asayîşê de bomba ser xwe diteqîne. Nasnama polîsan hatiye tesbît kirin. Lê yên sîvîlan heya niha nehatiye tesbîtkirin. Pispor, lêpirsînê dikin bê êrîşê kî kiriye, ji ber heya niha kes rûdanê negirtiye aliyê xwe.”