PeyamaKurd – DYA li herêmê hemleyekî dinê kir. 11 balafirên xeyalet yên F-22 ku nakevin dîdara radaran ji Îngîltere bi hewa ketin û xwe danîn Îsraîlê. Bi 11 balafiran re bi sedan balafirên kargoyê û tankêrên benzînê gihan herêmê.
Balafirên ku çûn Îsraîlê, li balafirgeha Ovda bicîh bûn. Wekî din jî DYA balafirên F-35, F-22, F-15 û F-16an bi duzîneyan şandiye herêmê.
Jetên navborî, di hefta borî de gihabûn Îngîltere û bi sedema pirsgirêkên teknîkî çend roj li balafirgeha Lakenheathê rawestiyan bi balafirên KC-46an re ku li hewa îkmalê dikin, ber bi Rojhilata Navîn de çûn.