PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê piştî kuştina serokê kartela sûcan ya bi navê CJNG Nemesio Oseguera Cervantes, şiddeta li welat her diçe zêde dibe.
Ji bo berlêgirtina şer, pevçûn û talanan ku li kolanên sê yeka eyaletan belav bûye, wezîrê bergiriyê yê Meksîkayê Ricardo Trevilla Trejo, bo eyaleta Jalisco 2.500 leşkerên îlawe şandiye û di sehayê de bi temamî jimara leşkeran gihaye 9.500an. Jalisco eyaleta ku serokê CJNG lê dima û hat kuştin e.
Wezîr ragihand ku li eyaleta Jalisco di şer de 25 kesên parastvanên asayîşê hatine kuştin. Şiddeta li eyaletan belav bûye rewşekî wisa daye peydakirin ku divê rêyên otobanê bên paqijkirin, tesîsên girîng bên parastin û ji bo ber li êrîşên nûh bigrin, operasyon dewam dikin.
Rayedar radigihînin bi taybetî bo parastina tesîsên geştiyariyê tedbîran zêde kirine.