Bafil Talabanî, Mazlum Abdi û Tom Barrack li Silêmaniyê civiyan

Dîroka Weşanê :
Bafil Talabanî, Mazlum Abdi û Tom Barrack li Silêmaniyê civiyan

PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan Bafil Talabanî, li bajarê Silêmaniyê li devera Debaşan bi fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdi re civiya.

Di civînê de cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî û nûnerê taybet yê DYAyê hem balyozê Ankara û hem nûnerê taybet bo Rojhilata Navîn Tom Barrrack jî amade bûn.

Teref, li ser pêşdeçûnên li Sûriyê û Kurdistana Rojava yên siyasî û leşkerî axifîn.

Serokê HSDê Abdi li ser têkiliyên di konferansa ewlehiyê ya Munihê û rewşa ku li Sûriyê derketiye ortê raveyan kir. Abdi, di pêvajoya têkoşîna bi terorê re, bo desteka YNKê û hevkariya wê sipasiya wê kir.

Bafil Talabanî jî ragihand ku wê desteka wan bo Kurdistana Rojava dewam bike û dewam kir:

“Heya Sûriye bibe ciyê temamê pêkhateyan û baweriyan ku xwedîyê mafên xwe bin û temsîleka adilane tê de bibe, em ê desteka xwe dewam bikin. Pêvajoya niha ya li Sûriyê ya îdarî divê temamê îradeya pêkhateyan temsîl bike.”

Nûnerê DYAyê Tom Barrack jî tevlkî civînê bû û ofîsa Bafil Talabanî li ser mijarê weha ragihand:

“Di hevdîtinê de mijara esas; bicîhanîna peymana 29.01.2026 e û ji bo rakirina astengiyên li pêşiya peymanêne ji ortê rabin, divê em tev bi hevre bixebitin.

Di hevdîtinê de temamê terefan bûn hemfikir ku divê Sûriyekî ku li temamê pêkhateyan rêz bêgirtin ava bibe û tev bi hevre bixebitin da Sûriye di nav civaka navdewletî de bibe welatekî çêker û em bi van hedefan tev bi hevre bixebitin.”