Li Amedê 2 erebe li hev ketin: 5 mirî û 2 birîndar

Dîroka Weşanê :
Li Amedê 2 erebe li hev ketin: 5 mirî û 2 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Çinarê li gundê Çinarkoyê 2 erebe li hev ketin û di encamê de 5 kes mirin û 2 kes birîndar bûn. Ji miriyan 2 ji wan ajotvanên her dû erebane.

Parêzgeha Amedê ragihand ku 5 kes li ciyê bûyerê can dane û 2 kesên birîndar birine nexweşxanan.

Piştî qezayê, li ciyê bûyerê lêkolîn û lêpirsîna tîmên pêwendîdar hat kirin.

Navên kesên di qezayê de mirine û birîndar bûne nehat ragihandin.