Xeta trênê ya 6 bajarên Derya Reş bi hev ve girê de, temam dibe

Dîroka Weşanê :
Xeta trênê ya 6 bajarên Derya Reş bi hev ve girê de, temam dibe

PeyamaKurd – Wezîrê gihandinê û avahiyên bingehîn yê Tirkiyê Abdulkadir Uraloğlu ragihand ku wê xeta trênê ya navbera bajarên Samsun û Trabzonê ku wê di 2 seetan de here û ji Samsunê û pê de wê temamê bajarên Ordu, Giresun, Trabzon, Rize û Artvinê bi hev re girêde ku dike 6 bajar, di nêz de temam dibe.

Proja navborî bi navê “proja rêyên hesin ya Samsun-Trabzon-Sarp” tê bi navkirin.

Uraloğlu her weha got ku balafirgeha Trabzonê jî li ser 3 milyon m2 tê avakirin û wê balafirgeh firehtir bibe û karibe xizmetê bide jimareyekî mezin yê welatiyan.