CENTCOM li Sûriyê li zêdetirê 30 ciyên IŞİDê xist

Dîroka Weşanê :
CENTCOM li Sûriyê li zêdetirê 30 ciyên IŞİDê xist

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendê yên DYA (CENTCOM) bi armanca zorê deynin ser IŞİDê, li Sûriyê di nav 10 rojan de, xêdetirê li 30 hedefan xist. Di çarçova operasyona "Hawkeye Strike" de, êrîş hatin kirin û li depoyên çekan û tesîsên bingehîn yên IŞİDê xistin.

Di operasyonên CENTCOMê de, di navbera 3 - 12 Sibatê de, 10 êrîşên hewayî pêkhatin û bo şiyanên IŞİDê qels bikin, tora wan ji ortê rakin, li zêdetirê 30 ciyan xistine.

CENTCOMê ragihand ku di operasyonan de balafirên şer, helikopter, İHA û muhîmmatên hassas bikaranîne.