Wezîrê karên derve yê Polonyayê: “Wê di nêz de cîgirê min seredana Kurdistanê bike”

Dîroka Weşanê :
Wezîrê karên derve yê Polonyayê: “Wê di nêz de cîgirê min seredana Kurdistanê bike”

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorski bo Rûdawê got ku Nêçîrvan Barzanî dostekî wî yê kevne û wê di wextekî nêz de cîgirê wî bo xwurtkirina pêwendiyên aborî seredana Kurdistanê bike.

Di çarçova konferansa ewlehiyê ya Munîhê de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê kar û barên derve yê Polonyayê Radosław Sikorski hevdîtinekî kirin. Sikorski, li ser têkiliyên dîrokî yên bi Nêçîrvan Barzanî re bo Rûdawê got:

“Dostekî kevne. Cara ewilî me 20 sal berê hev dît. Wê wextê min li Erbîlê konsulxanê vekiribû û niha balyozxane ye. Ji bo ji Saddam rizgar bibin em berê li Iraqê bûn. Ez gelek razîme ku ev tê bibîranîn.”

Li ser dahatûya têkiliyên navbera Varşovayê û Erbîlê pêngavên ku bên avêtin, Sikorski got:

“Wê di nêz de cîgirê min here Kurdistanê û bo xwurtkirina têkiliyên aboriyê dê bixebite.”

Li ser pirsa Rûdawê ya ku di hevdîtinan de bi Barzanî re çi axifîne, wezîr got:

“Dê ew li pişt deriyan bimîne.”

Di sala 2004an de hukumeta Herêma Kurdistanê li Varşovayê nûnertiya xwe vekiribû. Di sala 2005an de serokwezîrê Polonyayê yê wê wextê Marek Belka Erbîlê ziyaret kiribû. Ev ziyaret yek ji wan ziyaretan bû ku piştî rejîma Baasê hilweşandin, yek ji ziyaretên ewilî bû.

Di sala 2012an de, di wexta Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, bi tevlîbûna Radosław Sikorski li Erbîlê konsulxane hat vekirin. Ev pêngav di navbera her dû terefan de di seha dîplomasiyê, aboriyê û çandê de xwurtkirinekî peyda kir.