PeyamaKurd – Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Karwan Gazneyî li ser civîna îro ya Konseya Rêvebir ya YNKê daxwuyanî da û got ku YNK di dezgeyên xwe de guherînên esasî dike.
Berdevk, her weha behsa civîna serok Barzanî û Bafil Talabanî kir û got:
“Peyman nehat kirin lê civîn bi erênî bû.”
Karwan Gazneyi, di civîna çapemeniyê de got ku partî bo karibe li gor rewşa siyasî, aborî û ewlehiyê here, dest bi guherîna di dezgeyên partiyê kiriye û destpêka bingeha guherînê li ser esasê ‘ceza û xelatê’ dimeşîne.
Gazneyî got ku 2 armancên guherînê hene:
“Amadekarî, nûhkirin û tenzîma dezgeyan ya ji nû de. Ji bo ciwanan, malbatên şehîdan û xwediyên dîplomayên xwendina bilind, di xebata YNKê de berya herkesî bixebitin, bi navê ‘Ofîsa Karê Rêxistinî’ dezgeyekî û çend dezgeyên pisporî hatine damezrandin.”
Berdevkê YNKê li ser civîna 11ê Sibatê ya di navbera serok Barzanî û Bafil Talabanî de axifî û got:
“Di rewşekî aram û heya bixwazî bi erênî derbas bû. Peymanekî fermî nehatiye îmzakirin lê her dû teref jî bo parastina rewşa parastina Herêma Kurdistanê û di mijarên netewî de bo dîtina çareseriya mijaran hemfikirin.”
Gazneyî ragihand ku bo YNKê berya her tiştî ev girîngin:
“Rizgarkirina Herêma Kurdistanê, parastina wê û başkirina debara xelkê girîng e. Bi vê armancê, bi riheka nû, bi terefên din re bi koordinasyon, em dixwazin bi zahmewtiyên siyasî re bikevin ruyê hev.”