PeyamaKurd – Serokê Komara Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di 16-17ê Sibatê de diçe dewleta Îmaratan û Etiyopyayê. Di ziyaretê de wê li ser rewşa herêmê biaxifin û peymanên nûh dê îmza bikin.
Serokê daîra dan û sitendinan yê serokkomariya Tirkiyê Burhanettin Duran di ser hesabê xwe yê medya civakî de, li ser ziyareta Erdoğan parvekirnekî kir û got:
“Serok Erdoğan wê di 16ê Sibatê de, seredana serokê dewleta Îmaratan û şêxê Abû Dabiyê şêx Muhammed Bin Zayed El Nahyan bike û di hevdîtinê de bo kûrkirina hevkariya di navbera her dû dewletan de, biaxife û li ser pirsgirêkên herêmê û kureyî mijaran rave bike.
Li ser daweta serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ahmed Ali wê Erdoğan di 17ê Sibatê de, li Addis Ababayê hevdîtinê bike. Bi ziyareta xwe re, wê muzakereyên ku temam bûne, dê peymanên wan îmza bike.”