PeyamaKurd – Serokê Haşdî Şabî Falih el-Feyyaz, bi balyozê Tirkiyê yê Bexdayê re havdîtinekî kir û li ser daxwuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan peyamekî şand Ankara.
Li gor daxwuyaniya ji Haşdî Şabî hat kirin, Feyyaz bo balyozê Tirkiyê Anıl Bora gotiye ku divê desthilata Iraqê bê parastin û mudaxeleya ji derve de bê redkirin.
Di hevdîtinê de her weha behsa pêdiviya bi şertê ku ewlehiya her dû welatan bê parastin, pêwiste koordinasyona ewlehiyê bê xwurtkirin. Feyyaz balê kişandiye ser gotinên Hakan Fidan û gotiye:
“Pêwiste em tev girêdayê adetên dîplomatîk bimînin û di karên hundir yên Iraqê de, her cûre mudaxeleya derve red bikin.”
Hakan Fidan di 9ê Sibatê de bo televizyonekî gotibû:
“Piştî Sûriye temam bibe, dora Iraqê ye ku ji bo PKKê biryarekî bide. Ji bo rewşa Iraqê, divê em ji hewa de û Haşdî Şabî ji bejayiyê de operasyon bike û 2 an 3 roj pêdiviya me heye. Wê di wextekî nêz de li herêmê (Şengal, Mexmûr û Qendîl) guherîn bibin.
Li ser berteka Iraqê, berdevkê wezareta karên derve yê Tirkiyê Öncü Keçeli, di 11ê Sibatê de gotibû ku gotinên Fidan ji aliyê medya Iraqê de şaş hatine ragihandin û weha dewam kiribû
“Fidan xwest balê bikşîne ser ewlehiya Iraqê ku PKK li Şengalê û Mexmûrê li ser ewlehiya Iraqê talûkêye û tehdîde. Em destekê didin desthilat û yekîtiya axa Iraqê lê me biryarê daye ku eem PKKê ji ortê rakin.”