PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Amasya, erebeyekî bazirganî û mîdîbusekî li hev ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Qeza li ser rêya Amasya-Tokatê çêbû. Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê qezayê.
Di qezayê de ajotvan T.U., ji rêwiyan N.K., Ö.Y., F.K., F.Y. û C.Ç. birîndar bûn.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana zankoya Amasyayê û nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Sabuncuoğlu Şerefeddin. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.