PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Küçükçekmece kesekî ku mubtelayê maddeyên hişbire, bi kêra mezin êrîşê polîsan kir û got ku ew çima li wê derê digerin. Êrîş seet di 15.30an de li taxa Siltan Muradê çêbû.
Di encama êrîşê de ji polîsan 4 kes û ji xelkê 2 kesên ku ketin navbera wan birîndar kir. Bûyer dema polîs wezîfa xwe ya dewriyê dikirin qewimî. Polîs, kesê girêdayê maddên hişbir xist bin çav.