PeyamaKurd- Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, piştî civîna lijineya navendî ya partiya xwe ya Enqereyê, li ser tayînkirina Akin Gurlek wekî Wezîrê nû yê Dadê daxuyanî û bang kir ku li gorî Destûra Bingehîn tevbigere û biryarên dadgehên navneteweyî bicih bîne.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan îro 12ê Sibarê di civîneke rojnamevanî de, bal kişand ser guhertina di Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê de û pêngavên ku divê wezîrê nû Akin Gurlek di dema pêş de biavêje.
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê wezîrê nû li gorî sonda ku xwariye tevbigere û wiha got: "Banga me ji bo Akin Gurlek ev e: Li gorî wê sonda ku te xwariye û li gorî Destûra Bingehîn tevbigere. Divê daxwazên Madeya 90emîn a Destûrê werin bicihkirin. Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) werin sepandin. Wezîrê nû dikare ji vir dest pê bike."
Dogan got ku ji bo nîşandana serxwebûn û bêalîbûna dadweriyê, divê Wezîrê nû bi kiryarên şênber dadweriyê pêk bîne û wiha pê de çû: "Çavê bi milyonan mirovan ji hemû beşên civakê li ser Wezareta Dadê û biryarên ku dê werin girtin e. Ev kursî ne mîna kursiyên din e. Em hemû wan kesên ku digotin 'Tirkiye dewleteke hiquqê ye' lê li dijî hiquqê diçûn, nas dikin."
Berdevka DEM Partiyê got: "Em dikarin behsa Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û hemû girtiyên Doza Kobanê bikin. Em dikarin behsa girtiyên Doza Geziyê, Can Atalay, Tayfun Kahraman û Ayşe Barin bikin. Herwiha dosyaya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, akademîsyenên aştiyê û hiquqnasên girtî li ber çavan in. Niha li ber Wezîrê Dadê fersendek heye ku van hemû neheqiyan ji holê rake. Ev ji bo pêkanîna dadweriyê li Tirkiyeyê derfeteke pir giring e."