PeyamaKurd- Yekeya K9 a Polîsên ser bi Wezareta Pêşmerge, li Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê tetbîqateke hevbeş a tespîtkirina madeyên teqemenîyê pêk anî.
Li gorî daxuyaniya ku îro 12ê Sibatê ji aliyê Konsulxaneya Amerîkayê ve hatiye belavkirin, ev perwerde bi kordînasyona Ofîsa Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê û Koma Leşkerî ya Amerîkayê ya li Iraqê hatiye birêvebirin.
Hate ragihandin ku ev tetbîqata taybet, di çarçoveya amadekariyên çalakiyên "Freedom250" de hat encamdan ku biryar e di meha tîrmeha îsal de were lidarxistin.
Armanca vê xebatê zêdekirina şiyanên teknîkî yên yekeyên K9 û xurtkirina hevkariya ewlehiyê ya di navbera her du aliyan de ye.