PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Sûriyeyê ragihand ku yekîneyên artêşa Sûriyê Baregeha Leşkerî ya Tenefê ya li başûrê welêt wergirtiye ku hêzên Amerîkî jê vekişiyabûn.
Wezaretê li ser hesabên fermî da zanîn ku wergirtina baregehê “bi hevahengiya di navbera aliyê Sûriyeyê û aliyê Amerîkayê de” pêk hatiye.
Ajansa Reutersê jî doh çarşemê ji zarê du çavkaniyên ewlehiyê ragihandibû ku Amerîkayê hêzên xwe ji Baregeha Leşkerî ya Tenefê ya li başûrê rojhilatê Sûriyeyê veguhestine Urdinê.
Wezareta Sûrî da xuyakirin, yekîneyên artêşê li çolistana Tenefê dest bi belavbûna li ser sînorê Sûriye, Iraq û Urdinê kiriye.
Hate gotin, "Hêzên Pasevanên Sînor ên Wezareta Berevaniyê dê rojên pêş dest bi wergirtina erkên xwe bikin û li herêmê belav bibin."
Baregeha leşkerî ya Tenefê ku wekî baregeha herî mezin û girîng a Amerîkayê ya li Sûriyeyê dihat naskirin, 3yê Adara 2016an hatibû avakirin. Ev baregeh li parêzgeha Himsê û li ser sêgoşeya sînorî ya di navbera Sûriye, Iraq û Urdunê de ye. Armanca sereke ya avakirina vê baregehê, perwerdekirina şervanên opozîsyona Sûriyeyê (Artêşa Sûriyeya Azad - FSA) bû ku li dijî rejîma Beşar Esad şer bikin.
Herwiha wekî navendeke sereke ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û girtina rêya çekdarên rêxistinê ya li deriyê sînorî yê Welîdê dihat bikaranîn.