Felaketa lehî û baranê Antalya û navçên wê perîşan kir

Dîroka Weşanê :
Felaketa lehî û baranê Antalya û navçên wê perîşan kir

PeyamaKurd – Li bajarê Antalya û navçên wê baran û lehî jiyana xelkê ser û binê hev kir û zerarê da malê xelkê. Baran li navenda Antalya, li navçên wê li Alanya, Manavgat, Serik, Finike, Kemer û Döşemealtıyê jiyanê perîşan kir.

Xanî, kargeh, dukkan, baxçên meyweyan û mizgeft di bin avê de man. Li Alanyayê bendava Dimçayı ava wê bilind bû û qeymeqamiyê biryarê da ku li taxên Tosmur û Kestelê, bodrum û qatên zemînê yên xaniyan vala bikin û tehliye bikin.

Bi sedema lehiyê avê xwaringehekî bi xwe re xist nava newalê. 3 roje ku li Antalya baran dibare û her serê m2 yê 74,4  kg. baran bariyaye.