Hevdîtinên Îran û DYAyê wê li Cenevre bibin

Dîroka Weşanê :
Hevdîtinên Îran û DYAyê wê li Cenevre bibin

PeyamaKurd – Hevdîtinên di navbera Îsraîlê û DYA de heya niha li Ummanê dihatin kirin lê vê cara pêşiya me wê li bajarê Cenevreyê bêkirin.

Li gor ragihandina platforma xeberan ya Axiosê ku binkeya xebera xwe biriye ser kesên di asta bilind de, wê heyetên her dû dewletan piştî Ummanê wê di 17ê Sibatê de roja Sêşemê li Îsvîçre li bajarê Cenevreyê hev bibînin.

Di heyeta Amerîka de, nûnerê taybet yê DYAyê bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner hene. Ji aliyê Îranê de dibe ku wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi hebe.

Di hevdîtinên li Ummanê de wezîrê karên derve yê Ummanê Bedr bin Hamed el-Busaidi hebû û wê li Cenevreyê jî bi her dû heyetan re cîh bigre.