Nêçîrvan Barzanî û wezîr Marco Rubio hevdîtinekî pêkanîn

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî û wezîr Marco Rubio hevdîtinekî pêkanîn

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê kar û barên derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Almanya di çarçova Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de hevdîtinekî kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de behsa têkiliyên DYAyê yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re û hevkariya navbera terefan kirine. Barzanî bi sedema desteka DYAyê ya bo Iraqê û Kurdistanê, sipasiya xwe ragihandiye.

Wezîr Rubio jî gotiye ku DYA desteka xwe ya bo Kurdistanê û Iraqê dubare dike û wê li herêmê hûzûr û îstîqrarê destek bike û pesnê herêma Kurdistanê daye ku hevparekî esasî û faktora îstîqrara herêmêye û ew teqdîr kiriye.

Rewşa li Sûriyê û mafên Kurdan yên li Sûriyê mijarekî civînê bû ku li serê axifîn. Di vê çarçovê de her dû teref bûn hemnfikir ku li Sûriyê Kurd û pêkhateyên din bi mafên wan ve bên parastin.