PeyamaKurd – Hişyariya tund a Serokê Amerîkayê Donald Trump a li dijî vegera Nûrî El-Malikî bo ser kursiyê serokwezîrtiyê, di nava Çarçoveya Hemahengiyê de bû sedema nakokiyên kûr.
Piştî ku Trump ragihand ku di dema serokatiya Malikî de Amerîka dê alîkariyên xwe yên ji bo Iraqê qut bike, li pişt deriyên girtî yên Bexdayê "şerê namzediyê" dest pê kir.
Çavkaniyekî nêzîkî Malikî ji medyaya navneteweyî re ragihand ku her çend rewş "pir dijwar" be jî, tîma siyasî ya Malikî hewl dide bi rêya dîplomasiyê bi Washingtonê re lihevkirinekê bike.
Lê belê, analîstên siyasî hişyarî didin ku Trump, Iraq û Îranê wekî "yek dosya" dibîne û her hikûmeteke nêzîkî Tehranê dê rûbirûyî cezayên aborî bibe.
Ji ber ku dahata petrola Iraqê li Bankeya Navendî ya New Yorkê tê parastin, dabeşbûnek di nava Çarçoveya Hemahengiyê de derketiye; beşek ji rêberan daxwaza vekişîna Malikî dikin ji bo ku Iraqê ji qeyrana aborî biparêzin, beşek din jî vê yekê wekî "teslîmiyetê" dibînin.