Grûbekî çekdar bi hêzên Îranê re li hev xist: 3 leskerên Îranî hatin kustin

Dîroka Weşanê :
Grûbekî çekdar bi hêzên Îranê re li hev xist: 3 leskerên Îranî hatin kustin

PeyamaKurd – Li ser sînorê Îran û Pakistanê li eyaleta Belûcistan-Sîstanê di navbera grûbekî çekdar û hêzên artêşa Îranê de şer derket û di encamê de 3 pasdarên Îran hatin kuştin.

Artêşa Îranê ragihand ku li eyaleta Belûcistan-Sîstanê ku dikeve ser sînorê Îran û Pakistanê, her dû teref hatine pêşberê hev 3 leşkerên artêşa Îranê hatine kuştin.

Baregeha Parastvanên Qudsê ya artêşa Îranê ragihand ku rûdan li bajarê Sahîdanê li herêma Larê qewimiye. Baregeh, di daxwuyaniyê de got ku grûbekî çekdar ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê êrîşê kiriye û di encama şer de 3 leşkerên Îranê hatine kuştin.

Heya niha kes rûdanê negirtiye aliyê xwe. Lê li eyaleta Belûcistan û Sîstanê gelek caran di navbera Îranê û grûbên çekdar de şer dertê. Li herêmê, rêxistina Ceyşul Edl (Artêşa Edaletê) gelek caran êrîşan dibe ser hêzên Îranê.