PeyamaKurd- Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiya.
Di civînê de geşedanên dawî yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û amadekariyên kongreya 5an a ENKSê hatin gotûbêj kirin.
Endama Desteya Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif ragihand, ew di civînê de li ser hejmarek xalan û amadekariyên lidarxistina kongreya 5an a ENKSê rawestiyane.
Yûsif, bi bîr xist ku di qonaxa nû ya Sûriyê de ku salek bi ser hilweşîna rejîma Esed de derbas bûye, hê jî danûstandinên pêwîst bi tevgera siyasî ya Kurdî re nehatine kirin.
Endama Serokatiya ENKSê diyar got ku gavên hikûmeta veguhêz ên heta niha avêtine ne rewa ne û divê Şam dergehên xwe li pêş tevgera Kurdî veke.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) di sala 2011an de hatiye damezrandin û heta niha 4 kongre li dar xistine û biryar e vê mehê kongreya xwe ya pêncemîn li Qamişlo li dar bixe.