PeyamaKurd- Di encama barana zêde ya ku ji pêr ve dest pê kiribû de, li gelek deverên Herêma Kurdistanê lehî rabûn. Bi taybet li parêzgeha Silêmaniyê û navçeyên wê ziyaneke mezin piştî rabûna lehiyan çêbû.
Herî dawî li Kelar a Silêmaniyê zarokeke ber lehiyê de çûbû jiyana xwe ji dest da û bi giştî hejmara miriyên lehiyê gihîştin 4 kesan.
Li gorî Beşa Şaristaniya Sivîl a Herêma Kurdistanê, ji roja Yekşema borî ve di encama barana zêde û rûdana lehiyan de, tevî ziyaneke mezin a madî 4 kesan can daye û 17 jî birîndar bûne.
Keşnasiya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku rewşa hewayê asayî bûye û bandora baranê li seranserê herêmê kêm bûye.