Ji Fransa û Kurdistanê hevkariya dijî belgeyên sexte û qaçaxçîtiya mirovan

Dîroka Weşanê :
Ji Fransa û Kurdistanê hevkariya dijî belgeyên sexte û qaçaxçîtiya mirovan

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Konsulxaneya Fransayê û Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengiyên xwe ji bo rûbirûbûna tawanên rêxistî zêde kirine û di wê çarçoveyê de jî şarezayên Fransayê rahênanan bi tîmên Herêma Kurdistanê dikin.

Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Jan Brem ragihand: "Em dê hemî bizavan bikin ku rêyê nedin welatiyên Kurd bibin qurbaniyên bandan û tûşî trajediyê bibin.”

Kurseke taybet ji bo nasîna belgenyên sexte bi çavdêriya Fransayê ji bo efserên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hat vekirin.

Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî li ser vê mijarê di civîneke rojnamevanî ya hevpar de bi Konsulê Fransayê li Hewlêrê Jan Brem re got ku, hejmareke qaçaxçî û bazirganên mirovan xelkê dixapînin û bi navê veguhestina wan ji bo welatên din û dabînkirina jiyaneke çêtir ji wan re belgeyên sexte ji wan re çêdikin. Herwiha got: "Ev kes bizavê dikin ku welatiyan bixapînin, pereyan ji wan werdigirin û wan tûşî gelek tawanên cuda cuda yên rêxistî dikin."

Hêmin Mîranî ji ber alîkariyên Fransayê spasiya Balyozxaneya Fransayê li Bexdayê û Konsulxaneya Fransayê li Hewlêrê kir û ragihand: “Di çarçoveya alîkariyên wan de, wan şarezayên xwe anîne Herêma Kurdistanê da ku li ser çawaniya eşkerekirina belgeyên sexte rahênanan bi tîmên Wezareta Navxwe bikin.”

Mîranî têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de jî bilind nirxand û got: “Fransayîyan di dîrokê de îspat kiriye ku, ew hevalên rojên tengasiyan û dostên rastîn ên Kurdistaniyan in. Em spasiya wan dikin ku bi me re mane û tevlî pêşkeftina Kurdistanê bûne.”

Konsulê Fransayê yê Hewlêrê ragihand: “Fransa her tim amade ye ku alîkariya Herêma Kurdistanê bike, herwekî ku di dîrokê de îspat kiriye û bi taybetî jî di şerê li dijî DAIŞê de û îro jî di rûbirûbûna tawanên rêxistî de alîkariya Herêma Kurdistanê dike.”