Li Bûlgaristanê 2 ajotvanên Tirk yên treyleran mirin

Dîroka Weşanê :
Li Bûlgaristanê 2 ajotvanên Tirk yên treyleran mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Sofya ya Bûlgaristanê treylerekî ariza kiribû û li kenarê rê rawestiyabû. Treylerekî dinê ya ku ji pare dihat, li treylera rawestiyayî xist û di encamê de her dû ajotvan mirin.

Piştî qezayê agir bi treyleran ket û polîs, îtfaiye û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Di kontrola tîman de hat dîtin ku her 2 ajotvan jiyana xwe ji dest dane.

Ajotvanekî ji wan Enver Çavdar e ku nûfûsa wî li ser bajarê Manîsa, navça Kulayê, ji taxa an gundê Başıbüyük e.

Wê cenazên her dû ajotvanan bişînin welatê wan Tirkiyê.