PeyamaKurd- Li bajarê Xiangyang ê ser bi eyaleta Hubei ya Çînê ve, di dikaneke ku fîşekên hewayî û maytap lê dihatin firotin de teqînek çêbû.
Di teqîna ku li bajarê Xiangyang ê eyaleta Hubeiyê rû da de 12 kes mirin. Piştî teqînê şewat derket û beşeke kargeh şewitî. Sedema teqînê tê lêkolînkirin.
Li Çînê teqînên bi sedema fîşekên hewayî gelek caran çêdibin. Herî dawî di meha Hezîrana sala borî de li eyaleta Hunanê di kargeheke fîşekên hewayî de teqînek çêbûbû. Di wê teqînê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 26 kes jî birîndar bûbûn.