Amerîka ji baregeha xwe ya li Qesrikê vekişiya

Dîroka Weşanê :
Amerîka ji baregeha xwe ya li Qesrikê vekişiya

PeyamaKurd – Hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gaveke din a krîtîk ber bi vekişîna temamî ji xaka Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê avêtin.

Îro dîmenên karwaneke mezin a leşkerî hatin tomarkirin ku ji baregeha Qesrikê ya li Hesekê derdiket û ber bi sînorê Herêma Kurdistanê ve diçû.

Ev baregeha ku li nêzîkî xeta Til Temirê ye, wekî xaleke stratejîk a lojîstîkî dihat bikaranîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî û Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bi dehan kamyonên ku alavên leşkerî û teknîkî hildigirtin, di bin ewlehiyeke tund de ji baregehê derketin.

Ev vekişîn piştî valakirina baregehên Şedadî û El-Tanfê ya di meha borî de pêk hat. Her çend niha li hinek xalên mîna Rimêlan, Harab Cir û Life Stone hîna hebûna leşkerî ya Amerîkayê hebe jî, vekişîna ji Qesrikê nîşana nêzîkbûna dawiya operasyonên DYAyê yên li Sûriyeyê ye.

Li gorî nûçeya Wall Street Journalê, Pentagon plan dike ku piştî temamkirina veguhestina girtiyên DAIŞê bo Iraqê, di nav du mehan de her 1000 leşkerên xwe yên mayî bi temamî ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê vekişîne.

Amerîka ji sala 2015an vir ve di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de li Sûriyeyê bû. Ev biryara vekişînê ya di destpêka sala 2026an de, dê nexşeya hêzê ya Rojavayê Kurdistanê bi temamî biguherîne.

Valakirina baregeha Qesrikê wekî xelekeke dawî ya vê pêvajoyê tê dîtin, ku dê rê li ber hêzên herêmî û navneteweyî veke da ku ji nû ve li ser van herêmên stratejîk bikevin nava nîqaş û hevrikiyan.