PeyamaKurd – Serokê banka navendî ya Sûriyê Abdulqadir Husriyye, ragihand ku di çarçova reforma pera ya ku dane destpêkirin de, 42 trilyon lîreyê Sûriyê bi banqenotên nûh guhertine.
Banka Navendî di serê salê de dest bi guherîna an ku nûhkirina perên kevin kiriye, miqdarê wê gihaye 42 trilyon lîreyî ku ew jî dike %35ê ji perên kevin.
Hat gotin ku ev pêngav bi sedema sîstema peran zelal bikin û gera peran ya di bazarê de bi rêk û pêk be hatiye avêtin.
Banka ji perê berê yê Sûriyê 2 sifran derxist. Di çarçova reformê de perên di qiymeta 10, 25, 50, 100, 200 û 500 lîreyên Sûriyê de xistine bazarê.