Malikî: Ji bo pêsxistina têkiliyên Amerîkayê divê hikûmeteke bihêz bê avakirin

Dîroka Weşanê :
Malikî: Ji bo pêsxistina têkiliyên Amerîkayê divê hikûmeteke bihêz bê avakirin

PeyamaKurd- Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ragihand ku pêdivîya Iraqê bi hikûmeteka bihêz heye, da ku bikare pirsgirêkên hilawîstî yên hundir û derveyî welat çareser bike û têkiliyên xwe yên bi Amerîkayê re jî pêş bixe.

Nivîsîngeha Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî, îro 10ê Kanûnê ragihand ku, Nûrî Malikî li Bexdayê pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Jashwa Harrison kir û pê re rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kir.

Hate diyarkirin, Nûrî Malikî di wê civînê de gotiye ku Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê û hêzên neteweyî li ser avakirina hikûmeteke bihêz cidî ne, da ku bikarin pirsgirêkên hilawîstî yên hundir û derveyî welatî çareser bikin û têkiliyan xwe bi welatên cîhanê re û nexasim jî bi Amerîkayê re pêş bixin.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê bal kişandiye ser girîngiya pêşxistina têkiliyên aborî û bazirganî yên di navbera Amerîka û Iraqê de di çarçoveya peymanan de.

Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Jashwa Harrison jî xwesteka welatê xwe ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera Washington û Bexdayê nîşan da û got ku, Amerîka têkiliyên li ser bingeha hevsengiyê bi aliyên siyasî re diparêze, bêyî ku alîgiriya aliyekî li ser hesabê aliyekî din bike.